durî

li welatê xerîbda dil bê êwîne

ez bê sebrim kes nîne min bihebîne

dixazim bigehme te çi rê çinîne

dûrîya welato yara dil kes nebîne

 

dilê me yêke çibkim em hew dûr mane

dîtina te yar bo min daxazo wîyane

ez dizanim yarê çawê te rêkane

hiwîya min dîtna te o kurdistane

 

az çiya bum helûyam ji

dûrîya te

ez behir bum çikîyam ji

dûrîya te

ez istêr bum rijîyam ji

dûrîya te

ez çira bum werîyam ji

dûrîya te

peyw...selahedin nihoyî

bi dengê...jadêr sodager

 

/ 0 نظر / 15 بازدید