buhar

bûhar hat dîsa wan rojê bûhara

çi xweshe dengê shîpelê rûbara

shîn bûne sorgul o çîçekê rengîn

li ber kewyê befra zozan o wara

 

dolikada awa mêrg o kanîya

bêhna gula tejî bû wan gelîya

tawîya baranê hato qetîya

bûka baranê heft renga neqshîya

 

desht o çîya kolûlkê sor webûne

gulistan hemû nêrgiz o beybûne

dengê awaza bilbila ser shaxan

qebe qeba kewa çi xash dixwene

 

shalûl o bilbil mizgînî bûhar hat

çîya o rûbar mizgînî bûhar hat

ber çîmen o mêrg o darê bûharî

kirasê reng rengî berkirye welat

 

peyv o helbest...selahedin nihoyî

bi dengê...sohêyl yusêfî

 

 

/ 3 نظر / 30 بازدید
حمید

تو رو خدا معنیشونم بنویس.

مسعود

سلام واقعا جالب بود استاد منتظر مطالب بعدی تان هستیم

mesut milan

slaw bira bu idi me dilsha nakey? em hewya helbasten tu nin