اشعار و ترانه های کوردی از صلاح الدین نحوئی

payîz
نویسنده : صلح الدین نحویی - ساعت ٤:٢٤ ‎ب.ظ روز یکشنبه ٢ امرداد ،۱۳٩٠

bûhar ço payîzê serda

çibkim sebra min nayê

dil tejî bû êsh û derda

nema keyfa dûnyayê

min û yarê dest hew berda

hawar bo wê belayê

 

befir barî serê çîya

çibkim sebra min nayê

belgê dara diwerîan

nema keyfa dûnyayê

ez û yarê hew qetîyan

hawar bo wê belayê

 

nayêtin dengê bilbila

çibkim sebra min nayê

hish bûne ew baxê gûla

nema keyfa dûnyayê

me heram bû eshqa dila

hawar bo wê belayê

 

peyw û helbest...selahedîn nihoyî

bi dengê...jadir sodager

 


comment نظرات ()